**AV**

Words
69
Reading
1 min
Listen
Play
8y

Azadî ne virr e
Azadî ne razber e
Azadî av e

Şoreş ne xewn e
Şoreş ne gotinek vala ye
Şoreş av e

Qehr ne nexweşî ye
Qehr ne bindestî ye
Qehr av e

Hez ne soz e
Hez ne dûrî ye
Hez av e

Jîn rastî ye
Jîn mestî ye
Jîn av e

Azadî şoreş e
Şoreş qehr e
Qehr hez e
Hez jîn e
Azadî jîn e

**AV** | Ecency